Peymana qebûla vegerê ya bi Yûnanistanê re hat sekinandin
Wezîrê Karên Derve destnîşan kir peymana qebûla vegerê ya bi dualî ya bi Yunanistanê re hatiye sekinandin.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve di civîna "Hevdîtinên Medya Xwecih" a ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Enformasyon, weşan û Çapemenîyê ve hat tertîpkiirn de pirseke ku derbarê Yunanistanê de hat pirsîn wisa bersivand: " Bi Yunanistanê re peymana me ya qebûla vegerê ya bi dualî heye. Niha me wê peymana qebûlê da sekinandin."(ÎLKHA)