Efxanîstan li hember Talîban bê şert agirbest îlan kir
Serokdewletê Efxanîstanê Eşref Ganî îfade kir ku wan li dijî Talîban bê şert agirbest îlan kirîye. Agirbestê ji Şeva Leyletulqedrê dest pê bike heta Cejna Remezanê wê dewam bike û dê di 20ê Hezîranê de jî bi dawî bibe.
Serokdewletê Efxanîstanê Eşref Ganî îfade kir ku wan li dijî Talîbanê bêşert heta dawîya Remezanê agirbest îlan kirîye. Hat îfadekirin ku agirbesta dê di nava 12-19ê Hezîranê de dewam bike ji bo IŞÎDê tineye.
Serokomar Ganî ji Televîzyona Dewletê ya Efxanîstanê re peyîvî û îfade kir ku hikumet ji bo li weletê "çaresîrîyek aştîyane" bê çêkirin çi ji destê wê tê dike û bi vê yekê ev îrada xwe îspat kir. Ji teref Talîban ve heta niha tu daxuyanî nehat kirin.
Ganî, di meha sibatê de jî ji bo herba navxweyî ya ev 16 salêwê ye dewam dike bidawî bike gotibû: "Ez dixwazim Talîban wek partîyeke sîyasî ya meşrû nas bikim." Di nava pêşnîyazîyên Ganî de berdana mehkûmên Talîban, beşdarbûna Taîban ya hilbijartinan û nûkirina qanûna bingehî jî hebû.
Talîban jî ji bo "çaresîrîyek aştîyane" xwestibû di şûna hikumeta Efgan de raste rast bi Emerîkan re hevdîtinan bike. Pişt vê daxwaza Talîban rêveberîya Emerîka êrîşên xwe yên asîmanî ên li dijî Talîban zêdetir kiribû.
Hefteyek berê efserê Emerîka General John Nicholson, îfade kiribû ku hikumeta Efgan bi Talîban re ji bo agirbestîyê hevdîtinên dizî kirîyê, lê belê ev îdîa ji teref Talîban ve hat redkirin. (ÎLKHA)