• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
"Roja Qudsê ji bo Mislimanan tê wateya yekîtî û wehdetê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî di 7ê Tebaxa 1979an de Roja Qudsê ya Cîhanê îlan kiribû. Dê sibê Roja Qudsê ya Cîhanê li erdingarîya Îslamê bê îdraqkirin.

Her sal Roja Qudsê ya Cihanê di îna dawî ya Remezanê de tê îdraqkirin. Temsîlvanên STKyan îfade dikin ku ev roj tê wateya wehdet û yekîtîyê û divê Misliman Qudsê qet ji rojeva xwe dernexin.  

Ji damezrînerê Weqfa Sîyerê Mûhammed Emîn Yildirim, îfade kir ku meha Remezanê ji bo gelek tiştan têxe bîra me hatîye ji wan berpirsyariyên yek jî Quds û Mescîd-î Aqsaye. Divê Misliman tu zemanî Qudsê ji rojeva xwe dernexin.

Yildirim, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Divê wek Selahaddînê Eyyûbî di dilê me de kulek hebe, divê em bi wî kulî rabin û bî wî rûnin. Heger em berpirsyarîyek wisa fêm bikin û em Qudsê wek xwe nas bikin û em bizanibin bê çeteyên sîyonîst dixwazin li wir çi bikin emê fêm bikin û li gor wê amadehî û tedbîrên xwe bigrin."

Berpirsiyarê Komeleya Mîrasa Me yê Çapemenîyê Halîs Mûtlû îfade kir ku çi heyf e ku Misliman di demên dawî de li hember Qudsa Mescîd-î Aqsa lê ye ker û kor in. 

Mûtlû di berdewama axavtina xw de wiha got: "Sedema îro Misliman ji hev ketine û bela wela bûne ewe ku li Qudsê bi awayê pêwist e xwedî dernakevin. Dema Mislimanan bi bîr xist ku ew xizmetkarê Qudsê nin ewê dîsa li ser rûyê dinyayê bibin hakim. Dema Misliman girîngîya Qudsê ya sîyasî ji bîr kirin, girîngîya wê ya di warê olî û bawerî de jî ji bîr kirin."

Serokê Komeleya Fatîh Akincilar, Mehmet Şahîn jî wiha got: "Mixabin îro xerb ji bo alema Îslamê neyê cem hev temamê hîle û desîse dikin. Wateya Roja Qudsê ya Dinyayê zaf mezine û di wê rojê de divê Misliman temamê îxtîlafên xwe deynin cîkî û li muqeddesatên xwe xwedî derkevin."

Serokê Platforma Qudsa Azad Mehmet Eşîn jî di warê girîngîya Qudsê de wiha got: "Di vê rojê de çalakiyên protesta û bername tên lidarxistin. Em ji temamê xwuşk û birayên xwe dixwazin bila kî li ku dibin bila bibin vê în bila ji bo Qudsê çalakiyan li dar bixin û Qudsê bi bîr bînin. Bi îzna Xweda yekîtî û wehdeta umetê Qudsê azad bike. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir