• DOLAR 32.202
  • EURO 34.981
  • ALTIN 2414.952
  • ...
Di şewata ku derket de hezar donim erd şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li gundê Dellêya Qoserê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di TIReke ku ka barkirî bû de şewat derket.  Bi tesîra bayê agirê ku derket pêkîya erdên geniman.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Dellêya Qoserê di TIReke ka barkirî ya ku di nav zevîyan de parkkirîbû de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Di demeke kurt de agir bi tesîran bayê pêkîya zevîyên geniman ên li derdorê.

Ji ber agirê ku derket  hezar donim erdên gundên Dikkê, Terraşîyê, Ferho, Tahtok û Mezrê şewitîn.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek îtfaîye sewqî cihê şewatê hatin kirin. Agirê ku derket bi zorê hat kontrolkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir