Erdogan sinyala operasyona li dijî Qandîlê dubare kir
Erdogan operasyona li dijî Qandîlê ya ku berî niha anîbû zimên cardin dubare kir û destnîşan kir di dorê de Qandîl û Şingal heye.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partî Recep Tayyîp Erdogan operasyona Efrînê îşaret kir û destnîşan kir "Niha dor dora Qandîlê ye, di rêzê de Şingal heye. Kesê ku welatê min tehdîd dike û tacîz dike kî dibe bila bibe ferq nake em ê bi ser wî de herin.(ÎLKHA)