• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Ji Serokê Şaredarîya Semsûrê bêtehemmûlîya HUDA PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaredarîya Semsûrê Fehmî Husrev Kûtlû xwest ku standa HUDA PARê ya li Parqa Demokrasîyê ya Semsûrê bê rakirin.

Pişt daxwaza Serokê Şaredarîyê karbidestên HUDA PARê mewzûata walîtîyê ya di warê hilbijartinê de nîşanî Kûtlû dan. Li ser vê yekê Kûtlû îfade kir ku, "Heta destûr neyê dayîn tu kes nikarin bibijên hûn dikarin standê vekin. Heger li walîtîyê tiştekî wisa hatibe kirin ezê wê bidim rastkirin."

"Ji bo stand bê rakirin çi ji destê min were ezê bikim"

HUDA PARê li navenda sûka Semsûrê li Parqa Demokrasîyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de stand vekir. Piştî daxwaza Serokê Şaredarîya Semsûrê Fehmî Husrev Kûtlû karbidestên HUDA PARê mewzûata walîtîyê ya di warê hilbijartinê de nîşan dan. Piştî Kûtlû, hîn bû kû walîtîyê destûr daye hêrs bû û îfade kir ku ji bo stand bê rakirin çi ji destê min were ezê bike û sergirtî tehdît kir.

Bûyer doh saet derdora 23.00an de qewimî. Li gor agahîyên hatin wergirtin dema Serokê Şaredarîya Semsûrê Fehmî Husrev Kûtlû ji çadira fitarê derket bi qelebalixa pêre hat ser standa HUDA PARê û bi berpirsyarên li wir re xirê cir kir.

Kûtlû, îfade kir ku, "Herî hindik gerek hûn werin destûrekê bixwazin" li ser vê yekê karbidestê HUDA PARê îfade kir ku di mewzûatê de dibêje hewce nake meriv ji şaredarîyê destûrê bixwazin, tenê destûra walîtîyê bes e."

"Me li vir li gor serê xwe stand venekir"

Serokbajarê HUDA PARê yê Semsûrê derbarê daxwaza rakirina standê de îfade kir ku me stand li gor serê xwe venekir. Piştî komcivîna walîtîyê û di çarçoveya zanîna walîtîyê de wan stand vekirîye û wiha got: "Serokê min, me li vir li gor serê xwe stand venekiriye. Piştî me li walîtîyê komcivîn kir li ser gotin û nîşandana cîh me li vir stand vekir. Lê belê hûn dibêjin mewzûat ne wisaye... ev tê wateya walîtî tiştekî nizane an jî bi xelet rê nîşanî me dide. Ya rast piştî komcivîna li walîtîyê hat tertîbkirin di kîtêboka dan me de dibêje; Di heyama hilbijartinê tevî de partîyên siyasî û namzedên xweser, rehetî û hizûra gel xera nekin û zehmetîyê ji trafîkê re dernexin dikarin bê destûr standan vekin. Di vî warî de pirsgirêkên derkevin lijneya hilbijartinê ya navçeyê berpisyare." Heger hûn dibêjin ev ne wisaye hûn dizanin. Tiştekî em bibêjin tineye, lê belê em standê ranakin. Heger hûnê rakin kerembikin rakin."

"Ji walîtîyê re bibêjin vir ne serê çîya ye"

Piştî Serokbajarê HUDA PARê Demîr li ser mewzûata hilbijartin û biryara walîtîyê bersiv dan, Serokê Şaredarîya Semsûrê Kûtlû endamên parlamenterîyê tehrîk kir û wiha got: "Ya tu nizani an jî tu xelet fêm dike an jî walîtî ji were xelet gotîye. Herin ji walîtîyê re bibêji! Serokê Şaredarîyê dibeje; Vir ne serê çîya ye û kes nikarin li gor serê xwe standan vekin. Tiştekî wisa tineye. Heger sêbê HDPê jî 'bibêje emê li vir standê veke divê ez ji wanre jî dengê xwe dernexim. Na heger tiştekî wisa li walîtîyê hebe ezê wê bidim dûzkirin."  

Sergirtî tehdît

Di gel agahîyên di kîtêbokê de jî Kûtlû, îdîa kir ku ew mewzûata hilbijartinê zaf zane û wiha got: "Heta sibê ev stndayê ji vir bê rakirin. Ji bo ev stand ji vir bê rakirin çi ji destê min were ezê bikim." û sergirtî tehdît kir.

Piştî Serok Kûtlû ji karbidestên HUDA PARê bersivek ne erênê girt bûyer bir Şûbeya Ewlehîyê û xwest ku stand bê rakirin.

Demîr, îfade kir ku polêsên şûbeya ewlehîyê xwestin ku standê rakin û wiha got: "Vekirina standan li vir ne qedexeye. Ji bilî me parîyên din jî li vir stand vekirine. Xebatên gelek STK û partîyên sîyasî henin. Li vir mewzûat destûrê dide wan lê belê Serokê Şaredarîyê Fehmî Husrev Kûtlû dibêje vekirina standê ji bo we li dijê mewzûatê ye. Ev bi awakî eşkere neqebûlnekirina li hember HUDA PARê ye. Ev yek bi tu awayên din nayê îzahkirin." (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir