"Em bi malbatî ji civakê re bibin mînak"
Înzara ku kovara mehane ya çand û hunerê yebi sernivîsa "Em bi malbatî ji civakê re bibin mînak" derket pêşberî xwendekarên xwe. Di sernivîsê de hat diyarkirin divê temamê ferdan xanim û zarokên xwe îhmal nekin û ji wan re wextekî taybet veqetînin.
Hejmara hezîranê ya Înzara ku kovara mehane ya çand û hunerê ye derket. Di hejmara 165an de bi sernivîsa "Em bi malbatî ji civakê re bibin mînak" bal hatin kişandin li ser malbat û xwedîderketina malbatê.
Di sernivîsa hejmara hezîranê ya Kovara Înzarê de cî hat dayîn van gotinan:
Divê ew dawetvan û teblîxwanên ku însanan bangî heqîyê dikin û hewl didin da ku berê wan bidin Îslamê haya xwe ji helwest û gotinên xwe bikin; lewra ew helwest û gotinên wan muhîm in. Encax ji vê yekê tiştekî din heye ku bi tesîrdar e ew jî kesayeta wan a Îslamî ya ku dê di encama helwesta wan de derkeve holê ye. Dema ku xwe, xanim û zarokên xwe di warê hesasîyeta Îslamî de muhafeze bikin û di her qadê de wek Misliman hebûna xwe nîşan bidin, ew ê wê demê him gotinên wan bi tesîrdar bibe û him jî helwestên wan. Encax ger ew tiştên ku ku ji kesên din re dibêje ew bi xwe û malbata wî bi xwe nejî û tetbîq neke û berawajîya wê tiştan bike ew ê tu feydeya vê yekê ji dawet û xizmetan re nebe. Ji ber vê rewşê ew ê nikaribe li ser doz û heval û naskirîyan tesîrdar bibe.
"Ew birayên ku xwedî mesûlîyet in divê ji bîr nekin ku li ew cihê ku lê ne her yek ji wan dawetvan û teblîxwanek in"
Ew birayên ku di qadên cûrbecûr de xwedî mesûlîyet in divê ji bîr nekin ku li ew cihê ku lê ne her yek ji wan dawetvan û teblîxwanek in. Divê jibîr nekin ku cil û bergên wan, îbadetên wan, jiyana wan a civakî, rewşa zarok û xanima wan, pêwendîyên malbatî ji gotinan tesîrtir in. Dîsa divê neyê jibîrkirin ku temamê çavan li ser wan û malbata wan in ku dema ku xeletîyeke biçûk bi xwe jî bê kirin dibe ku ev yek bibe sedema gelek îfsad û netîceyên nebaş.
"Dibe ku ew helwest û tevgerên jin û mêran temamê başî û qencîyan ji holê rabike"
Birayên ku di vî halî de bin divê bibin xwedî tevger û helwesteke ku li şexsîyetekî Îslamî û dawetvan û teblîxwanekî nimûne bibin. Heman hesasîyet divê bo malbatan jî bê nîşandan. Divê di tesettur, exlaq, îffet, jiyana civakî û di pêwendîyên bi însanan re de bi nasnameya teblîxwanan bê hereketkirin, divê sînorên Îslamê bi hesasîyet bê muhafezekirin, divê ji wan tevger û helwestên ku dê bibin sedema şaşî û tesîrdarîyên neyînî bê dûr mayîn. Mêr bi xwe di nav xizmetên Îslamî de bi şikleke çalak cî bigirin jî, ger xanimên wan xwedî tevger û helwestên neyînî bin wê demê dibe ku temamê qencî û başî ji rastê rabin.
"Divê ferd bi şikleke mutleq bi xanim û zarokên xwe re eleqedar bibe"
Ew birayên ku di xizmetê de wezîfe girtine li ser xwe, digel hewl û xeyretên xwe yên di karên xwe de, bi şikleke mutleq divê ji xanim û zarokên xwe re jî wext veqetînin û bi wan re eleqedar bibin. Divê zarokên xwe taqîb bikin, ka bi kû de diçe, bi kî/ê re rûdine û radibe û çawa hereket dike. Divê li zarokên xwe xwedî derkevin û şiûra mesûlîyeta Îslamî bi wan bidin qezenckirin.
"Dema ku bira êvarî çûn malê divê ji zarok û xanima xwe re wext veqetînin"
Ew birayên k di warên cûrbecûr de fealîyetan dikin, dema ku êvarî vegerîyan malên xwe divê ji zarok û xanima xwe re eleqedar bibin û bi wan re wext derbas bikin. Divê pêkve rûnin, sohbet bikin, kitêb û Qur'ana Kerîm, meal û tefsîra wê bixwînin. Divê pêkve nimêj bikin, ger hebe derd û kulên wn guhdar bikin û divê qala wan problemên Mislimanan bê kirin. Divê hewl bê dayîn da ku di malbatê de derdoreke germ bê çêkirin.
Rebbê me, birayên me digel xanim û zarokên wan bike ji wan evdên xwe yên ku ji civakê re dibin mînak û nimûne.(ÎLKHA)