Kesên ku ji serîlêdana KPSSê dereng mane dikarin serîlêdanê bikin
Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ragihand ku kesên ji bo jiserîlêdana îmtîhana KPSSê ya sala 2018an dereng mane dê îro serîlêdan bê qebûlkirin.
Li gor daxuyanîya ji teref Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) hat kirin de hat îfadekirin ku kesên serlêdana xwe ya îmtîhana Ezmûna Hilbijartina Personelên Dewletê (KPSS) nekiribin dikarin îro heta saet 23.59an serlêdanên xwe li ser malpera înternetê bikin. (ÎLKHA)