• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Rêxistina Efûyê: Hêzên koalîsyonê bi sedan sivîl kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê êrîşên koalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka ya li Raqqayê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya hat belavkirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Ji bo êrîşên hêzên koalîsyonê yên li bakûrê Sûrîyeyê, li Raqqayê bê vekolînkirin divê lêpirsîneke bêalî bê destpêkirin û di warê sûcên herbê yên koalîsyonê de vekolîneke berfireh bê kirin." Di raporê de hat îfadekirin ku di encama êrîşên yekîneyên Emerîka, Îngîltere û Frensa yên di navbera dîroka 6ê Hezîran û 12ê Cotmeha 2017an de bi deh hezaran kes bajar terk kirine.  

Rêxistina Efûyê ji van hedîse û bûyeran ji sedî 90 leşkerên Emerîka berpirsyar girt û îfade kir ku hêzên koalîsyonê bi êrîşên hewayî piştgirîya PKK/YPGê kirîye.

Hat îfadekirin ku di encama êrîşên koalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka de bi sedan sivîl hatine qetilkirin û bi hezaran jî hatine birîndarkirin. Di raporê de hat îfadekirin ku di êrîşên dihatin rastkirin de li sivîlan dîqet nedihatin kirin, ji ber vê yekê îhtîmal heye ku li Raqqayê sûcên herbê hatibe kirin.

Rêxistina Efûyê îfade kir ku wan rapora xwe di  Sibata 2018an de bi 112 kesên ji êrîşan sax filitîne rû bi rû kirine û li Raqqayê wan 42 deverên lê êrîş hatîye rastkirin zîyaret kirine û bi vî awayî rapora xwe amade kirine. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir