"Ez talib im ku xizmetên bavê xwe yên ku nîvrê mane temam bikim"
Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweserê Êlihê di vekirina buroya îrtîbatê ya hilbijartinê de destnîşan kir ew talib e ku xizmetên Salih Gokê Serokê Şaredarîyê Êlihê yê Berê yên ku nîvre mane bidomîne.
Li herêma sûkê ya Êlihê buroya îrtîbatê ya hilbijartinê yê Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê hat vekirin. Piştî Qur'ana Kerîm a ku hat xwendin re Gok axavtinek kir û destnîşan kir "Înşallah ew ê xelkê me ji xwe re bi şikleke herî xweş û baş wekîlekî bihilbijêre. Em talib in ku wan xizmetên rehmetlîyê bavê min Salih Gok ên ku nîvrê mane temam bikin."(ÎLKHA)