Piştî protestoyan Serokwezîrê Urdunê îstîfa kir
Hefteyek berê welatîyên Urdunê polîtîkayên hikumetê yên dahatê pirotesto kirin. Piştî domandina protestoyan Serokwezîr Mulkî îstîfa kir.
Piştî zêdekirina dahatê li Urdunê protestoyên li dijî polîtîkayên aborîyê dewam dikin. Serokwezîrê Urdunê Hanî Mulkî ji wezîfa xwe îstîfa kir.
Ji roja Çarşemê pê de di serî de li paytextê Urdunê Ammanê protestoyên li dijî tewsîya Fona Pere ya Navneteweyî (IMF)ê ya ku di warê zêdekirina dahat de dewam dikin.
Urdunê di sala 2016an de ji Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) 723 milyon dolar alîkarîya sê salan girtibû. Divê Urdun di vê çaroveyê de hin reformên aborîyê bigre.
Mehek berê hikumetê di dahata dewletê de ji sedî 5 û di ya şîrketên taybet de jî ji sedî 20 am jî 40 dahat zêde kiribû û ev pêşnûme pêşkêşî parlamentoyê kiribû.
Li gor daneyên fermî li Urdunê rêjeya bêkarîyê di sedî 18,5e û gelê Urdunê ji sedî 20ê wan jî di bin kêmasîya sînorê xizanîyê de dijîn. Di çend salên dawî de li nan, ceyran, sotemenî û materyalên bingehî zem hatibû kirin. (ÎLKHA)