Birûskê li minara mizgeftê xist
Birûskê li minara Mizgefta Sumerê ya ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ye xist.
Do êvarî saet derdora 19.30an de li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê birûskê li minara Mizgefta Sumerê xist.
Her dû minareyên mizgeftê jî wek îstasyona bazê dihat bikaranîn. Pişt birûskê li minarê xist qesmekî minarê xera bû.
Di bûyerê de tiştek bi tu kesî nehat, lê belê piştî birûskê demekê welatîyên derdorê diltirs bûn.
Piştî birûskê ekîbên ambolans û yên agirkujîyê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin.
Piştî bûyer qewimî li deverê tedbîrên ewlehîyê hatin girtin û nêzîkbûna welatîyan ya mizgeftê hat estengkirin. (ÎLKHA)