• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Baranên dawî yên ku dibarin zirar dan zadan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundên Çinarê yên bi navê Barê û Kerhitayê  cotkaran dest bi paleyîya zadên xwe kirin û berê bîçeran dan nav ceh û genimên xwe. Cotkar digel ku di rekolata zad nebaşbe jî ji halê xwe re şikir kirin.

Cotkarê bi navê Mehmet Selîm derbarê mijarê de diyar kir barana ku di van rojên dawî de barîya zirarê da zadan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Îsal di demsala zivistanê de baran hindik barîya, ji ber wê yekê zad nebaş bûn. Ji ber ku erdên me di çiyê de bû li gor yên deştê çêtir in.Hemd ji Xweda re ku vê jî da me, hemû tişt di destê Wî de ye. Barana ku herî dawî barîya zirarê da zadan. Bû sedem ku reşik bavêje ceh û genim. Zadên sala borî li gor a îsal baştir bûn."

Kesê bi navê Serdar Demîrtaş jî derbarê mijarê de diyar kir zadên sala borî baştir bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Zadên sala borî baştir bûn,  qet nebe zadên di çiyê de li gor yên deştê çêtir in. Lewra yên deştê hema hema qet tunene. Kesên ku derfetên wan hebûn zadên xwe av dan. Digel ku li çiyê baran di destpêkê de zêde nebarîya jî dîsa zad baş bûn. Hemd ji Xweda re. Me û hevalan di nav xwe de xeber da 'Ger Xweda vê jî nedabana em ê çawa bikirina.' Ji erdê heta asimanî hemd ji Xweda re. Li cihên ku zipîk barîya zad zirar dîtin. Zadên gundê cîranê me ya bi navê Xanikajêr ji ber zipîk û teyrokê gelek zêde zirar dîtin. Lê belê erdên me zirar nedîtin. Ev barana ku di van pêlên dawî de barîya bû sedem ku reşik bavêje ceh û genim."(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir