• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Erebîstana Siûd binçavî û ji holê rakirinên keyfî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Neteweyên Yekbûyî derbarê aqîbeta Prênsê Siûd Navaf Talal Raşid de ji Erebîstana Siûdî agahî xwest. Prensê Siûdî Navaf Talal Raşîd di 12ê Gulanê dema ji Kuveytê vegerîya û heta niha tu agahî jê nehatîye girtin.

Berdevka Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Lîz Throssella, îfade kir ku li Erebîstana Siûdî tu beyanat nayên kirin û "ji holê rakirinên" û "binçavîyên kêfî" tên kirin. Ev yek dibe sedema endîşe kirinê.

Berdevk Throssell, îfade kir ku ji vê yekê re mînak lawê şaîr Navaf Talal bîn Abdulazîz el-Raşîd, Prens Navaf Talal Raşîdê ji xanedanîya el-Raşîdê ji holê hatîye windakirin.

Throssell, îfade kir ku Prens Raşîdê hemwelatîyê Qatar û Erebîstana Siûdî di 12ê Gulanê de piştî ji Kuveytê hatîye û şûnde ji holê hatîye rakirin û tu agahî jê nehatîye stendin.

Li gor nûçeya Euronewsê Throssell, "Ji meqamên Erebîstana Siûdî xwesyîye ku demildest bê Prens Raşîd li kuye, hatîye girtin an nehatîye girtin, hatibe sûcdarkirin bê ji çi sûcî tê sûcdarkirin di cî de bê eşkerekirin."

Li hêla din Throssel, îfade kir ku ji 15 Gulanê heta niha ew ji girtina pirê wan jin ya 13 kesan jî nerehet bûye û ji rayedarên Erebîstan Siûdî xwest ku cîyê kesên hatine binçavkirin eşkere bikin û mafê wan yê darizandinê têxe bin temînatê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir