Li Louisianayê boykotkirina siyonîstan hat qedexekirin
Digel qerarnameya ku li Louisianaya parêzgeha Amerîka hat derxistin boykotkirina çeteya terorê ya siyonîst hat qedexekirin.
Hat ragihandin digel qerarnameya ku li Louisianaya parêzgeha Amerîka hat derxistin boykotkirina çeteya terorê ya siyonîst hat qedexekirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bi qerarnameya ku hatiye derxistin ew ê ji wan şîrketên ku siyonîstan boykot dikin re ji îhaleyên kamûyê kar neyê dayîn.
Piştî ku qerarname hat weşandin û ket meriyetê re Walîyê Louisianayê John Bel Edwards daxuyanîyek da. Edwards di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "îsraîl li Rojhilata Navîn muttefîkê herî mezin e û demokrasîya herêmê ye. Boykotkirina îsraîl tê wateya ji dostanîyê re zirardayîn."(ÎLKHA)