• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Di girtîgehê de bi îşkenceyan hat şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zilm û zordarîya Çînê ya li ser axên Tirkistana Rojhilat  her ku diçe zêdetir dibe. Abdulahad Mahdumê ji alimên navdar ê Tirkistana Rojhilat e, di 86 salîya xwe de di girtîgehên Çînê de bi îşkenceyan hat şehîdkirin.

Hat hînbûn Mahdumê ku birazîyê Merhûm Mehmet Emîn Bugrayî ye berî vê çend mehan hatiye şehîdkirin û xebera şehadetê hêj nû ji malbata wan re hatiye dayîn.

Abdulahad Mahdumê ku ketibû nav dest û pêyan sala borî ji teref leşkerên Çînî ve hatibû girtin.

Serokê Giştî yê Cemîyeta Maarîfa Tirkistana Rojhilatê Hîdayet Oghuzkhan derbarê mijarê de diyar kir "Serê xelkê Tirkistana Rojhilat sax be. Stêrkekî din çû! Alîm mir, alem mir. Abdulahad Mahdumê ku li Tirkistana Rojhilat ustadê ustadan, ellameyê ellameyan tê qebûlkirin di 86 salîya xwe de di girtîgehên Çînê de hat şehîdkirin û ev yek ji teref malbata wî ve jî hat teyîdkirin."

Di meha Sibata borî de li Tirkistana Rojhilat  Muhammed Salih Damollamê alimekî navdar bû di girtîgehên Çînê de hatibû şehîdkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir