• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Wezareta Karên Derve: Em nîjadperestî û dijberîya Îslamê bi fikar temaşa dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 29ê Gûlana sala 1993an de li Solîngena bajêra Almanya komeke nîjadperest êrîş li ser mala ku welatîyên Tirkîyeyî lê rûdiniştin hatibû kirin û di encama êrîşê de di malê de şewat derketibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji ber minasebeta vê qetlîama ku berî vê 25 salan hat kirin ji teref Wezareta Karên Derve ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew hêvî dikin ku trajedîyên bi vî awayî cardin rû nedin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Digel ku ji ser bûyerê çarîyek qern derbas bûbe jî li Ewrûpa nîjadperestî û dijberîya Îslamê zêde dibe ku em vê yekê bi fikar temaşe dikin. Divê di warê micadeleya li dijî cihêkarî, nîjadperest û dijberîya Îslamê ku ev problema hevpar a însanetîyê ne de tedbîrên di cî de bên standin û di vî warî de divê siyasetmedar û çapemenî haya xwe ji zimanê xwe bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir