• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Welatîyê Sûrîyeyî yê ku TIR lê qelibî jiyana xwe winda kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser Rêbeja Mereş-Entabê di kîlometreya 9an de TIRê li welatîyekê Sûrîyeyê xist. Di qezaya qewimî de welatîyê Sûryeyî jiyana xwe ji dest da.

Keza li Xaçêra Karacasû ya Taxa Karazîyareta navçeya Dûlkadîroglû qewimî. Li gor agahîyên hatin wergirtin TIRa ku ji hêla Entabê ber bi Mereşe ve diçû ya bi pilaqa 38 KJ 243 dema di rêde diçû li welatîyê Sûryeyî Mahîr Bedevî yê (39) salî yê ku dixwest derbasî hêla rê ya din bibe xist.

Bi bandora qezayê Bedevî li cîyê qezayê jiyana xwe ji dest da.

Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir