• DOLAR 32.483
  • EURO 34.843
  • ALTIN 2448.185
  • ...
Wezîrê Parastinê yê Îngltere: Lazim e em bi Talîban re hevdîtinê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Parastinê yê Îngltere Gavin Williamson, derbarê tesîskirina aştîya li Efxanîstanê de îfade kir ku lazim e hikumeta Îngîlîz ji bo li Efxanîstanê aştî bê çêkirin bi awakî fermî bi Talîbanê re hevdîtinan bike û biaxiv e.

Li gor xebera rojnama The Telegraphê ya ku li Îngîltere weşanê dike îfade kir ku Williamson, di axavtina ji parlamenteran re kir de îfade kir ku Îngîltere derbarê hilbijartinên dê di dawîya îsal de bên çêkirin de ji bo di nava ewlehîyê de bê çêkirin peyman daye Efxanîstanê. Williamson, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku îstîkrara li Efxanîstan bê çêkirin ji bo wan zaf mihîm e.

Li hêla din Wezîrê Parastinê yê Îngltere îfade kir ku divê hikumeta Efxanîstanê ji bo aştîyek bê şert û merc bi Talîban re biaxive û mizakere bike. Dê li Efxanîstanê di 20ê Cotmeha 2018an de hilbijartinên parlamenterîyê bên çêkirin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir