• DOLAR 32.592
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2462.34
  • ...
Serokwezîr Yildirim li Diyarbekirê di mîtînga Qudsê de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim, ji Enqerê bi teyareyek taybet hat Diyarbekirê û li Qada Îstasyonê ya li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê xîtabê gel kir.

Serokwezîr Yildirim di axavtina xwe de qetlîamên çeteyên sîyonîst lanet kir û îfade kir ku bizanin bi zulmê mirov abad nabin.

Serokwezîr Yildirim wiha axivî:

"Em îro ji bo zilma îsral lanet bikin û ji bo bidin nîşandan ku em bi birayên xwe yên Filistînî re ne li vir kom. Em bi Diyarbekirîyan re qebla xwe ya ewil Mescîd-î Aksa silav dikin. Van qebîhên gula biser zarokên bêgune de dibarînin dê li pêşîya dîrokê di nava qebhet û ziletê de bijîn. Tiştên bi me dikeve divê em li heber zilm û zaliman bisekinin û li ba mezlûman cîh bigrin. Emê serî ji van namerdên rihê xwe firotinine zaliman re qethîyen netewînin û ji rêya heq, edalet û merhametê qethîyên bernedin. Ey zalimên ku pîrozbahî û yadîgarîyên pêxemberan bin pê dikin bizanin ku bi zulmê mirov abad nabin."

"Mesela Filistîn mesela me ye"

Yildirim, di dawîya axavtina xwe de wiha got: "Me derîyê xwe ji milyonan sivîlên Sûryeyê yên Kurd, Tirk, Ereb vekir û me tu cudahî nexistin nava wan. Birayên me yê ku ji mirinê direvîyan û dixwestin xwe xelas bikin em ji wan re bûn xwedî mal û em li wan xwedîtî kir. Ji ber vê yekê mesela Filistîn mesela me ye." (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir