• DOLAR 32.589
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2458.572
  • ...
Walîyê Kerkukê: Em encamên hilbijartinan red dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hilbijartinên li tevahîya Iraqê xelas bûn lê belê derbarê xetîceyên wan de hêj nîqaş berdewam dikin. Nîqaşek jî ji teref Walîyê Kerkukê ve hat destpêkirin. Rakan Saîdê ku Walîyê Kerkukê ye di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de destnîşan kir ji ber ku bi şikleke eşkere hîle hatiye kirin welatî bi rojan xwepêşanan li dar dixin.

Saîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku hîle hatiye kirin li hawirdorê bêewlehî hakim e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Digel ku encamên fermî hatibin eşkerekirin jî hêj em li ser daxwaza xwe ya jimartina dengan a bi destan venegerîyane. Mixabin ev tiştên ku rû didin gefê li aştîya di navbera qewmên li Kerkukê de ye dixwin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir