Yapicioglu: Ummet ji îdarevanan dixwaze ku bibin Selahaddîn
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku di mîtînga bi navê "Quds a Îslamê ye" de axivî diyar kir "Ummet ji îdarevanan dixwaze ku bibin Selahaddîn."
Ji teref Teşkîlata Bajêra Êlihê ya HUDA PARê ve mîtîngeke bi navê "Quds a Îslamê ye" hat tertîpkirin. Xelkê Êlihê yê ku beşdarî mîtînga Qudsê bû li dijî Amerîka û siyonîstên terorîst sloganan avêt.
Bername bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku beşdarî mîtîngê bû derbarê mijarê de nirxandinên balkêş kir. Yapicioglu di axavtina xwe de diyar kir "Hûn nevîyên Selahaddîn in, hûn ê cardin ummetê rakin li ser pîyan.Ummet ji îdarevanên xwe dixwaze ku bibin Selahaddîn."
"Ummet ji îdarevanên xwe dixwaze ku bibin Selahaddîn"
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir bes bi derketina meydanan û bi qêrandinê û dû re vegerîna malê ew qerarên mel'ûn dê bi paşve neyên kişandin. Yapiocioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Hûn nevîyên Selahaddîn in, hûn ê cardin ummetê rakin li ser pîyan. Dibe ku hûn nikarin ew tiştên ku Selahaddîn kirine bikin.Dibe ku ew tiştên ku em dikin weke mînbereke ne. Ummet ji îdarevanan dixwaze ku bibin Selahaddîn. Ummet ji wan îdarevanên ku ummetê îdare dikin hêvî dikin ku wek Selahaddîn hereket bikin. Em ê derkevin meydanan. Em Qudsê bikin rojeva xwe. Bo Quds neyê jibîrkirin çi ji destê me be em ê bikin."
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî niha jî bang li îdarevanên welatên Îslamî kiribû ku temamê pêwendîyên xwe yên bi şebekeya terorê ya siyonîstan re qut bikin.(ÎLKHA)