• DOLAR 34.175
  • EURO 38.307
  • ALTIN 2912.314
  • ...
HUDA PARê Emerîka û çeteyên sîyonîst li pêşîya konsolosxaneyê protesto kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya HUDA PARê ya bajarê Edenê li pêşîya Balyozxaneya Emerîka ya Edenê neqilkirina sefareta Emerîka ya Qudsê bi daxuyanîyek çapemenîyê telîn kir.

"Di rojên me yên ezîz de, li beldeyên me yên pîroz birayên me qetil dikin"

Di bernameyê de li ser navê Platforma Evîndarên Pêxember, Serokê Cemîyeta Mistezefan yê şaxa Edenê Îsa Emre, axivî û îfade kir ku qatilên hov di temamê Remezanan de li dijî Mislimanan qetlîaman rast dikin.

Emre, bal kişan ser êrîşên çeteyên sîyonîst û wiha gor, "Di rojên me yên ezîz de, li beldeyên me yên pîroz birayên me qetil dikin. Yitikên me yên du salî, birayên me yên astengdar, pîrekên me, îxtîyar û ciwanên me qetil dikin û van qetlîamên xwe tevî li ber çavê milyar û nîvek alema Îslamê dikin. Em wek welatîyan ji şermezarkirinê zêdetir tu tiştek ji destê me nayê. Divê êdî rêveberîya komara Tirkîye û dewletên Îslamê li hember sîyonîstan hin gavan bavêjin.

"Qibla me ya ewil Mescîd-î Aqsa ji sala 1948an heta niha di bin îşxalê de ye"

Di daxuyanîya çapermenîyê de Serokê HUDA PARê yê Bajarê Edenê Veysel Yavûz, destnîşan kir ku qibla me ya ewil Mescîd-î Aqsa û Filistîn ji sala 1948an heta niha ji terf çeteyên sîyonîst ve hatîye îşxalkirin.

Yavûz, îfade kir ku îlankirina Emerîka qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan ev qethîyen nayê qebûkirinû wiha got: "Serokê Eemrîkaya îşxalker Doland Trûmp, di 6ê Kanûna 2017ab de qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan îlan kir. Piştî wê di 14dê Gulan 2018an de di salvegera 70 emîn ya damezrandina çeteyên sîyonîst de konsolosxaneya xwe ji Tel Avîvê neqlî Qudsê kir. Piştî vê gava Emrîkaya îşxalker çeteyên soyînîst bi guleyên rast êrîşî Filistînîyan kirin. 62 Filistînîyên li hember çeteyên sîyonîst micadele dikirin ji teref sînonîstan ve hatin şehîdkirin û ji 3 hezar zêdetir birayên me jî birîndar bûn."

"Yek tiştekî sîyonîst jê fêm dikin heye ew jî hêz û quwet e"

Yavûz, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku piştî vê saetê divê êdî gotinên hatine kirin bên bi cîh û wiha got: "Derbarê qetlîamên sîyonîstan de gelek tişt hatin gotin. Êdî divê di gotinê de nemîn e, divê tiştên hatîne gotin bên kirin. Yek tiştekî sîyonîst jê fêm dikin heye ew jî hêz û quwet e. Hata hûn bi zimanê ew jê fêm dikin bi wan re xeber nedin gotinê we tev valaye û ewê jî qetlîamên xwe dewam bikin. Heta mesela çeteyên sîyonîst ji binî ve neyê çareser kirin alema Îslamê rehet nake. Ji bo alemema Îslamê vî çeteyê sîyonîst têkve bibe divê hêz û quweta xwe bikin yek. Wekî heta roja îro ewladên ummeta ezîz çi ji destê wan hatîye kirin, wê ji niha û pê de jî bikin. Lazim e temamê Misliman li dijî Emrîka û sîyonîstên îxalker micadeleyek nû bidin destpêkirin."

"Divê li ser navê Yekîtîya Qudsê hevpeymanîyek nû bê çêkirin"

Yavûz, di dawîya axavtina xwe de behsa girîngîya wehdetê kir û wiha got: "Divê temam ê dewletên Îslamê yên ne di bin tehekuma Emrîka de bin werin cem hev û bi navê Yekîtîya Qudsê hevpeymanîyek nû sazbikin û mudexaleya leşkerî jî di nav de lazim e temamê cureyên micadelê hebin." (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir