• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Ji 65 milyonî zêdetir însan nikarin di malên xwe de fitarê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji wan hin kes ji ber herbên navxweyî, hin kes ji ber hişkesalî, hin ji ber herdhej û afatên dinyayê, hin kes jî ji ber bê îmkanî û bê derfetîyê mal û welatên xwe terk kirine. Di vê çarçoveyê de îsal ji 65 milyonî zêdetir însan nikarin di malên xwe de fitarê vekin.    

Li gor daneyan di her deqeyek derbas dibe de 20 kes ji mecbûrî mal û welatên xwe terk dikin û dibin penaber û miltecî. Kesên dibin penaber ne agirekî wanê vêdikevê heye û ne jî şorbeyek wan ya dipije heye. Di rêyeke mechûl û pêşerojeke ne dîyar de dimeşin.  

Îsal 820 hezar Araqnaî ji ber qetlîamên çeteyên bûdûst, 175 hezar Afîqayîyên Navîn ji ber hişkesalî û bi sedhezaran kes jî ji ber sedemên din bûnin miltecî û nikarin di malên xwe de fitara xwe vekin. Van mexdûran bi alîkarîyên ji teref Sazîyên Alîkarîyê ve tên kirin li ser niga nimînin û bi taybetî van mexdûran di meha Remezanê de îhtîyaca wan bi xwarineke germ çê di be.

Kesên ji ber sedemên ne dîyar û ji mecbûrî mal û welatên xwe terk kirin rîya alîkarîya li wan li ser sofreyekê bi wan re di vekirina fitarê de derbas dibe. (ÎLKHA)  



Bu haberler de ilginizi çekebilir