• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Evîndarên Pêxember peyama "Remezan û Qudsê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta meha mibarek ya Remezan û di warê Qudsê de peyamek hat weşandin.

Di peyama hat weşandin de hat xwestin ku xatirê meha mibarek ya Remezanê bê zanîn û wiha hat gotin: "Meha rehmet û bereket, meha serokê yanzde mehan, ew meha ku di nava wê de şeveke wek şeva Leyletul Qedrê ya ji hezar salî bi xêrtir hey, bi fezl û kerema Xweda em gîhaştin meha Remaz ya mibarek. Ev meha mibarek ya ku zêde têde dia tê kirin û kirina îbadetên wê qat bi qat zêdetir dibe meha Qur'anê  meha Remezanê ji bo temamê Evîndarên Pêxember bi xêr û mibarek be."   

"Divê em vê meha mibarek bi nimêj, dia, zikr, îbadet û bi xitmên Qur'anê derbas bikin"

Di peyama hat belavkirin de bal hat kişandin ser feyz û bereketa meha Remezanê û wiha hat gotin: "Divê em gîhaştina meha Remezanê wek fersendekê bibînin û bi taybetî di vê meha mibarek de em wextê xwe bi nimêj, dia, zikr, îbadet û bi xitmên Qur'anê derbas bikin. Rojane herî kêm divê cuzek ji Qur'anê were xwendin, heke mumkûn be divê li camiyê bi muqabele, ne mumkûn be bi malbatê re muqabele, ew jî ne mumkûn be divê wek ferdî ji bo xwendinê hewl bê dayin. Di nava meha Remezanê de divê kitêbên îlmîhal, fikh û siyerê werin xwendin. Heta ku mumkûn be divê nimêj li camiyê bi cemaetî, ne mumkûn be jî divê bi malbata xwe re bi cemaetî nimêj werin eda kirin. Nimêjên terawîha jî divê li camiya herî nêz û bi cemaetî were kirin. Divê nimêjên şevê (şevnimêj) bibe tebîet û xîret bê dayin da ku piştî Remezanê jî biberdewamî were kirin. Hemû kesên zikat li ser wan wacib e divê muheqeq vê wezîfeya xwe bînin cîh. Hewceye birayên me dost û eqrebeyên xwe, kesên pê re 'eleqe dikin, kesên nêz, naskiriyên xwe, extyar, nexweş û însanên salih ziyaret bikin. Li gor îmkan û derfetên maddî xwarina fitariyê dikare werin dayin. Wekî ku herkes dikare li mala xwe jî xwarina fitariyê deynin, ê li nêzîkî hev in jî dikarin di warê mesref û mijûlê de bi hevkarî li cîhekî musaîd xwarinên fitariyê bidin. Piştî fitariyê bi şiklekî rêkûpêk di bergeha programekî de (heke mumkûn be) dikarin sohbet bidin û piştî sohbetê jî bi xwendina 'eşayê re tevde herin camiyê. Di nava meha Remezanê tevekî de, xussûsen jî di 10 rojên dawînde em tewsiyeya ketina îtîkâfê tewsiye dikin. Ji we her birayekî me divê xîret bikin ku bi distûra "emrî bîl ma'rûf nehy-î anîl munker" û bi îdraq û şiûra ku di meha Remezanê de berdêla xêr û xêratan zêde zêde tê bilind kirin, ji yê nêzî xwe û pê de wezîfeya xwe a teblîxvaniyê îfa bikin.

"Dilê me di nava êş, keder û xezebê de dikele"

Di berdewama peyamê de hat îfade kirin ku li hêlekê meha Remezanê û li hêla din jî rewşa Misliman di nav de ye me xemgîn dike û wiha hat gotin: "Li hêlekê em kêfa gîhana Remezanê dikin û li hêla din jî halê biryên me yên Misliman me mehzûn dike."

"Qetilkirina Filistînîyên bê sîleh dewam dike"

Di mesajê de cîh hat dayîn rewşa Qudsê jî û wiha hat gotin: "Mixabin wekî Remezanên din di vê Remezanê de jî neyarên Îslamê gelên misliman bi awayên wehşîyane qetildikin. Neçarîya ummeta Îslamê û belavbûn û xevleta ummetê bu sedemê neyarên Îlamê destdirêjîyê bighînên nirx û pîrozahîyên me.

Îjarê di hedefa xerb û Emerîka de qibla Mislimanan ya ewil heye. Qudsa di şûna namûsa Mislimanan de ye, di gel temamê îtîrazan Quds wek paytextê sîyonîstan hat îlankirin. Di encama van tevade Filistînîyên ev yek protesto dikir yên sivîl jin û mêr zarok û pîrek ji teref çeteyên sîyonîst ve tên qetilkirin."

"Ji bo xwedî derketina li Filistîn û Qudsê em bangî xelkê xwe dikin"

Di peyamê de hat îfade kirin ku divê temamê Mislimanan li Qudsê xwedî derkevin û wiha hat gotin: "Em jî wek Evîndarên Pêxember bangî gelê xwe dikin ku bila li Filistîn û Qudsê xwedî derkervin. Di vê meha ku dia tê de tên qebulkirin bila ji bo Quds, Filistîn, xelasîya axên Îslamê ji bin îşxalê û ji bo wehdet û biratîya ummetê divê em zaf zaf dia bikin. Divê em ji Rebbê xwe bixwazin ku neyarên xwe û yên Îslmê qehr û perîşan bikin. Lazim e em li wan zaliman nifiran bikin ku Xwedayê Mezin wan ji ser rûyê dinyayê têkve bibe û ala Îslamê li ser rûyê dinyayê hakim bike divê em dia û nîyaz bikin."

"Emê qethîyên dev ji barkirina doza Qudsê bernedin"

Di dawîya peyamê de cîh hat dayîn van gotinan: "Em wek Platforma Evîndarên Pêxember li hizûra xelkê xwe û ji temamê dinyayê re em îlan dikin. Emê qethîyên dev ji barkirin û xwedî derketina doza Qudsê bernedin. Çi ji destê me were di warê maddî û manewî de li dijî Emerîka û îsraîl emê bikin. Ji bo qibla Mislimanan ya ewil bi lingên sîyonîstan neyê qirêjkirin berxwedana li ber çeteyên sîyonîst wezîfa temamê Milimanaye. Lazim e em bi dia û derfetên xwe yên maddî û manewî li Filistîn û Qudsê xwedî derkevîn." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir