Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin
Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha sibatê de 546 hezar kes kêm bû û hejmera bêkaran dakete 3 milyon û 354 hezaran.
Ji teref TUÎKê ve reqemên bêkariyê ya meha sibatê ya sala 2018an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmara kesên bêkar di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 546 hezar kes kêm bû û hejmara bêkaran dakete 3 milyon û 354 hezaran.
Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 46,6
Di meha sibata sala 2018an de li gor heman meha sala 2017an hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin milyonek û 210 hezar kes zêde bû û hejmar derkete 28 milyon û 166 hezaran û rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 46,6an. (ÎLKHA)