Li Xezzê terora siyonîst: 55 şehîd 2 hezar û 771 birîndar
Siyonîstên îşxalker doh êrîş birin li ser Mislimanên Filistînî yên kuveguhastina balyozxanê protesto kirin, di encama êrîşan de 55 Misliman şehîd bûn û 2 hezar 771 Misliman jî birîndar bûn.
Digel temamê bertekên li cîhanê balyozxaneya Amerîka ya li Qudsê hat vekirin. Mislimanên ku bo bertek vê yekê bidin li ser sînora Xazzê kom bûn xwepêşan li dar xistin.
Çeteya terorê siyonîstên îşxalker êrîş birin li ser Filistînîyên ku tevlî xwepêşanên protestoyê bûn. Di encama êrîşên çekdarî de 55 Misliman şehîd bûn û 2 hezar 771 Misliman jî birîndar bûn.(ÎLKHA)