• DOLAR 32.93
  • EURO 35.235
  • ALTIN 2444.169
  • ...
"Ger em ne li tazîyê bana em ê di bin malê de mabana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dirbêsîya gundê Qoserê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû û di lehîyê mala malbata Kilinç xera bû. Ji ber ku di dema hilweşîna malê de tu endamên malbatê ne li malê bûn tiştek bi tu kesî nehat.Sermîyanê malbatê Xelîl Kilinç destnîşan kir dema ku ew li tazîyê bûn xanîyê wan xera bûye.

Xelîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber ku li tazîyê bûn ji mirinê xelas bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em li tazîyeya xuşka min bûn, dema ku zêde baran barîya em vegerîyan mala xwe. Dema ku em hatin malê me dît ku mala me xera bûye. Ger wê demê em ne li tazîyê bana em ê di bin xanî de mabana. Xweda me muhafeze kir, hêj ecela me nehatibû. Tu tiştî me nema, lê hemd ji Xweda re ku tiştek bi me nehat."

Turkkîyeye Kilinça ku xanima Xelîlî ye jî derbarê mijarê de diyar kir zilamê wê nexweş e û ew debara xwe bi maaşa extîyarîyê hewil didin bikin û dû re wiha got: " Rewşa me ya aborîyê qet nebaş e. Berî niha mala me di bin ava kanalîzasyonê de ma."

Kudbeddîn Kilinçê ku lawê malbatê ye derbarê mijarê de diyar kir hevalên wî bi telefonê li wî gerîyane û jê re gotine ku mala wan di bin avê de maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku em hatin me dît ku mala me xera bûye. Xwedê kir ku em wê seatê ne li malê bûn. Ger em di bin malê de mabana Xweda dizane ew ê çi bi me hatibana. Tu tiştî min nema. Kitêb û masayê min tev çûn. Êdî ez nizanim çawa bikim."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir