• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Bahçelî: Em di warê efûyê de li du gotina xwe ne û em bi qerar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî nirxandina Serokomar Erdogan ya di warê efûyê de rojnamevanan careke din pirsa di warê efûyê de ji Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Bahçelî, îfade kir ku ew di vî warî de bi qerar in.

Berya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biçe Îngîltere îfade kir ku "Di rojeva me de efû tineye" li ser vê yekê ji MHPê daxuyanîyek hat belav kirin. Di daxuyanîya hat kirin de hat îfade kirin ku: "Heger em di rojeva wan de ban wê destek bidana me an jî meyê qenaeta xwe bi wan re parve bikirina. Lê belê ji ber ku di rojeva wan de tinebû vê daxwaza me di warê civakî de destegek zêde dîtîye û ev yek bûyek wek îhtîyacekê û wek bîrîneke xwîn jê diherike. Ji ber vê yekê me ev yek anî rojeva gelê xwe. Di vê mijarê de em bi qerar in û li dû gotina xwe ne."

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî wiha got: "Ji xwe birêz Serokwezîr dibêje 'Qethîyen ji terorîstan re efû tineye'. Ji xwe em jî tiştekî ji mixalîfî vê yekê nabêjin. Wekî em rojeva xwe tînin ziman em bûn dengê deh hezar mexdûr û mehkûmên qederê. Emê hiqûqê heq mudafaa bikin û her tim bibin dengên wan." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir