• DOLAR 34.197
  • EURO 38.165
  • ALTIN 2913.333
  • ...
Hat îddîakirin di hilbijartinên li Iraqê de hîle hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gorana ku partîyek ji Herêma Kurdistana Iraqê ye destnîşan kir pergala elektronîk a ku li ser li temamê welat deng hat dayîn ji teref hackeran ve hatiye bidestxistin.

Di daxuyanîya ku ji teref Goranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin pergala dengdayînê ya elektronîkî hatiye bidestxistin û ger deng li ser pergala elektronîk bên jimartin dê netîceyên hilbijartinan ji teref wan ve neyên qebûlkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li ser pergala elektronîk hîle hatiye kirin û dengên ji partîyekê re hatine dayîn bi dengên partîyeke din re hatine guhartin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir