• DOLAR 34.184
  • EURO 38.158
  • ALTIN 2916.556
  • ...
 "Qetlîama Baqewsê netîceya sepanên xelet bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokbajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê û Endamê Lijneya Şiwrê Metîn Kaya, bi minasebeta salvegera qetlîama Durumluyê ya ku 16 welatîyan jiyana xwe winda kiribûn de daxuyanîyek mihîm da.

Kaya, îfade kir ku di pêvajoya çareserîyê de bobeyên di nava bajaran da hatin teqandin zaf zirar dan welatîyan û sedemê qetlîama Durumluyê jî encamê sepandinên di pêvajoya çareserîyê de hatin kirin bû.

Kaya, destnîşan kir ku bi pêvajoya çareserîyê gel hêvî dikir ku êş û elemên hatîye kişandin dê bi dawî bibe, lê belê ji ber sepanên xelet gel bi gelemperî careke din tev hatin cizakirin.

Kaya, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di çarçoveya pêvajoya çareserîyê de bajar tev bi bombeyan hatin dagirtin û wiha got: "Mixabin emê ji mecbûrî vê êşê carekedin bînin ziman. 16 welatîyên me di encama biryar û sepanên xelet de bûn qurban. Di gel em li hember sepanên xelet jî derketin wan sepanan dewam kirin. Di pêvajoya çareserîyê de her der tije çek û bombe kirin. Li ber çavê polês, emnîyet, îstîxbaratê tevî van çek û sîlehan hatin kişandin, lê belê ji bo pêvajo xira nebe ji van tevan re çavê xwe girtin. Di vê heyamê de disa gel hatin mexdûrkirin. Ne tenê li Durumluyê di wê heyamê de li gelek deran bombe hatin teqandin. Pombeyên hatin teqanin zirar da gelê me. Ev tev encamê sepanên xelet bûn. Di encama xebaten hevpar de dîsa gelê me hatin mexdûrkirin. Daxwaz û hêvîya me ewe ku careke din tiştên wisa çênebê."

"Ji bîrkirina van êş û eleman ne mimkun e"

Kaya, behs û qala van êrîş û bandora wan ya li ser gel kir û wiha berdewam kir: "Bi taybetî em ji bo kesên di qetlîma Durumluyê de jiyana xwe winda kirine rehmet û ji bo malbatên wan jî sebra cemîl dixwazin. Ev êş û elem nayên ji bîr kirin. Dive ku dema însan ji rêzê ve wefat bike piştî demek derbas dibe bên ji bîr kirin, lê belê qetlîamên wisa û perçebûna cesedan qethîhîyen nayê ji bîr kirin. 16 kesên ku hatibûn qetilkirin cesedê wan teva di nava torbeyekî de hatibû komkirin. Bi temamî cesedê 16 kesî 60 kîlo mabûn û bi vî awayî hatin definkirin. Ma ji bîr kirina van êş û eleman mimkun e. Ji bo careke din êş û elemên wisa neyên jiyandin divê gavên hewceye bên avêtin. Divê êdî civak û însanên me jî hişyar bibin. Bê wê çi ji bo kê, piştgirîyê bidin kê an nedin kê vê baş bifikirin."

"Xebatên ji bo êşên hatine jiyandin bê ji bîr kirin mixabin derî li êş û elemên din vekir"

Di pêvajoya çareserîyê de ji serî de qumçê bi xeletî hatin girtin ji ber vê yekê ancama wê bi xusranê bi dawî bû û wiha got: "Tiştên li Durumluyê hatin jiyandin encamên gavên hatibûn avêtin bûn. Xebateke ji bo êdî êş û elem neyên jiyandin dihat kirin bixabin bû sedemê êş û elemên nû. Encamê wê tenê ne bi Durumluyê tenê ye. Li Sûrê, Nisêbînê, Cizîrê û li Şernexê van êş û eleman dewam kirin. Bi vî awayî însanên me careke din marûzî qetlîaman man. Di wê pêvajoyê de çal hatin kolan û bi wî awayî bi sed hezaran welatîyên me hatin mexdûrkirin."

Qetlîama Durumluyê

Li gundikê Baqewsê (Durumlu) yê gundê Sarikamişa navçeya Sûra Diyarbekirê di 12 Gulana 2016an de ji teref PKKê ve qamyoneke 15 ton bombe barkirî li gundê Herbecinê hatibû îmhakirin. Di encam teqîna qamyona bombe bar kirî de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes jî birîndar bûbûn. Bi şideta bombeyê ji 16 kesê tenê 60 kîlo cesed mabûn. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir