Neyartîya Frensa ya li dijî Qur'anê dê bê telînkirin
Serokomarê ber yê Frensa Nîcolas Sarkozy jî di navde 300 Freansizî xwestibûn kû ji Qur'anê hin ayet bên derxistin, ev kustehîya Frensa dê îro li Diyarbekirê bê bê telînkirin.
Wekî bê bi biranîn çend roj berê Serokomarê ber yê Frensa Nîcolas Sarkozyî jî di navde 300 Fransizî xwestibûn kû ji Qur'anê hin ayet bên derxistin. Li hember vê tewra Frensa ya kusteh dê îro li Diyarbekirê STKyên Îslamî bi daxuyanîyek çapemenîyê ya girseyî telîn bikin.
Daxuyanîyê çapemenîyê dê ji teref Saziyên Sivîl yên Îslamî vê bê lidarxistin û temamê gelê Diyarbekirê dawetî bernameyê hatin kirin.
Daxuyanîya ku ji teref komîteya tertîbê ve hat kirin hat îfade kirin ku daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî dê piştî nimêja înê li pêşîya Mizgefta dîrokî ya Mezin bê lidarxistin. Di dixuyanîya hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Ji bo em biryarên Emrîka yên di warê Qudsê de, qetlîamên ku çeteyên sîyonîst li hember Filistîyan dikin û neyartîya Frensa ya li dijî Qur'anê telîn bikin emê îro piştî nimêja înê li pêşîya Mizgefta Mezin ya dîrokî daxuyanîyek çapemenîyê ya ya girseyî li dar bixin." (ÎLKHA)