• DOLAR 32.505
  • EURO 34.854
  • ALTIN 2441.215
  • ...
Platforma Nesla Qur'anê ji daneza bêedeb a li Fransayê re berteka tund nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh 300 Fransizên ku Serokomarê berê yê Fransê Sarkozy jî di nav wan de bû derbarê Qur'ana Kerîm de danezaneke bêedeb belav kiribûn û xwestibûn ku ji Qur'ana Kerîm hinek ayet bên derxistin.

Mela Beşîr di daxuyanîya ku da de ji danezana kustax û bêedeb re bertek nîşan da û destnîşan kir emperyalîst ji parçebûna Mislimanan cesaretê distînin û di her firseta ku bi dest dixin de êrîşî nirxên Îslamî dikin. Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta îro digel temamê teşebûsan û hewldanan tîpeke Qur'anekê nehatîye guhartin û dê neyê guhartin; lewra Qur'ana Kerîm di bin hifza Xweda de ye.

"Fransa li dîroka xwe binêre!"

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê xîreta Milsimanan vê teşebûsê qebûl neke û dû re wiha bertek nîşanî danezana bêedeb da: "Fransa! Eger bi rastî jî li dihî şiddetê yî li dîroka xwe binêre. Îro hêj 14 welatên Afrîkayê di bin dagirkerîya Fransayê de ne. Li Cezayîrê ku heta doh di bin dagirkerîyê de bû û îro hêj wisa ye mîlyon û nîv Mislimanan hatin qetilkirin, ma ne hûn bûn yên ku van Mislimanan qetil kirin? Ew kesên ku tecawizî namûsa bi hezaran Mislimanan kirin, zarokan qetil kirin, memleket îşxal kirin ma ne hûn bûn? Ger îro li ser erdnigarîya Îslamê şiddet hebe, bizanibin ku sedema wê ne Qur'an e. Musebbîbê wê dîsa dagirkerî û îşxalkerîya we ye, qetilkirina Mislimanan a bi destê we ye, desteserkirina dewlemendîyên sererdê û binerdê ya Mislimanan e. Ji ber vê yekê divê  Misliman xwedî li muqaddesatên xwe derkevin. Divê Misliman bi hev re xwe berdin kolanan û hûrmeta xwe ya bo Qur'an û Pêxember nîşanî dinyayê bidin da ku ev kesên bêedeb û ehmeq ji vê yekê re tewessul nekin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir