• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Êrîşa çekdarî li Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyanîya ku ji teref radyoya dewletê ya Pakistanê ve hat belavkirin  êrîş li Kanjrura girêdayê Narovala bajêra Pakistanê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Ahsan Îkbal ji milê xwe ya rastê birîndar bû.

Îkbalê ku ji milê xwe birîndar bû hat rakirin nexweşxanê.

Polêsê parêzgeha Pencabê derbarê mijarê de diyar kir kesê êrîşkar hatiye girtin û jêpirsîna wî berdewam dike. Îmran Kîshvarê rayedarê polêsan diyar kir xortê êrîşkar 20-22 salî ye.

Hat hînbûn rewşa Îkbal ber başbûnê ve diçe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir