• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Kesekî birûskê lê xist jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Helobelo ya navçeya Wêranşara Rihayê ciwanekî birûskê li xist giran birîndar bû. Hat hinkirin ku ciwanê birîndar bûye zarokêkî bi navê Îsmaîl Nulîfer li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ye.

Li gor daxuyanîyên ji teref şahidên hedîsê ve hatin kirin, hat îfadekirin ku Îsmaîl Nulîfer (15) yê ku li taxa Helobelo îqamet dikir dema heywanê xwe diçêrand birûskê li xist.

Piştî ehlê taxê ji bûyerê hayîdar bûn agahî dan ekîbên tendirustîyê. Îsmaîl Nulîferê giran birîndar bû ji teref ambolansê ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Piştî midaxeleya ewlil Nulîfer, hat sewqkirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Digel temamê midaxeleyan Îsmaîl Nulîferê 15 salî jiyana xwe ji dest da. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir