Li Êlihê operasyona FETO: 25 binçavî
Êlih wek navend li 15 bajêran li dijî FETO operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de tev de 25 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Êlihê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin Êlih wek navend li Isparta, Denizli, Bursa, Kahramanmaraş, Balıkesir, Kütahya, Diyarbekir, Semsûr, Düzce, Konya û Mêrsînê di heman wextî de operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de 25 kesên şikdar hatin binçavkirin.(ÎLKHA)