• DOLAR 32.428
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2443.651
  • ...
Li Hollanda dozgerî destûr da weşana fîlma ku neyartîya Îslamê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hollandayê dozgerîyê derbarê fîlma ku ji teref Partîya Azadîyê ya ku neyarê Îslamê ye ve hat amadekirin û tê de propagandaya "Dînê Îslamê dînê şiddetê ye" tê kirin de qerara da. Li gor dozgerîyê di fîlmê de tu hêmanên sûcê tuneye û dikare bê weşandin.

Li gor dozgerîyê fîlm Mislimanan hedef nagire, bes dînê Îslamê hedef digire ku ji ber vê yekê hewce nake ceza jê re bê dayîn.

Di fîlma ku wek 2 deqîqe û nîv di televîzyona dewletê de û li ser înternetê hat weşandin de di bin navê Îslamê de cî hat dayîn van gotinan: "teror, şiddet, nefreta cihûyan, homofobî, dijminê pîrekan, koletî, şerîat."

Serokê Partîya Azadîyê Geert Wilders qerara dozgerîyê ji ser twîtterê nirxand û destnîşan kir "Qerareke baş e. Em ê di demeke nêz de rastîyên derheqê Îslamê de di televîzyonê de di wextê weşana partîyên sîyasî de nîşan bidin."

Mislimanên li Hollandayê bertek nîşanî fîlmê dan û derheqê fîlmê de gilîdar bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir