Amerîka destek da îddîaya siyonîstan lê Neteweyên Yekbûyî îddîayan red kir
Netanyahuyê serokwezîrêsiyonîst îddîa kiribû ku Îran xwedîyêbernameyeke veşartî ya nukleer e, piştî vê îddîayê Amerîka destek da vê îddîayê, lê Neteweyên Yekbûyî van îddîayan red kir.
Wezîra Karên Derve ya Amerîka Mîke Pompeo di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kir destnîşan kir em tahaqquq dikin ku deq rast in û bi vê daxuyanîya xwe destekê da îddîayên Netanyahuyê sîyonîst ên derbarê Îranê de.
Lê belê Temsîlkarê Bilind ê Polîtîqayên Ewlehîyê û Karên Derve Federîca Mogherînî di daxuyanîya ku belav kir de îddîayên heyî yên siyonîstan red kir û destnîşan kir di warê lêkolînkirina bernameya nukleer a Îranê de rayedar bes Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî ye û dû re wiha got: "Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî heta niha raporteke ku ji 10 xalan pêk tê û tê de tê tesdîqkirina Îran wezîfeya xwe bi cî anîye weşandiye."(ÎLKHA)