• DOLAR 32.47
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2451.231
  • ...
 "Bi bernameyên wisa dê sunneta Wî ji nû ve bê îhyakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bernameya mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku beşdarî bernameya mewlûdê bû derbarê ehemîyeta bernameyên mewlûdê de nirxandinek kir.

"Daxwaza jîna sunneta Wî ew ê ummetê cardin bîne ba hev"

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir bo muhabbeta Resûlullah bê belavkirina 4 alîyê welêt divê gelek zêde xebat bên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bi rastî jî li vê derê qelebalixeke pir zêde heye. Dîmeneke balkêş heye. Dil dixwast ku ev bername zêdetir hatibana lidarxistin. Lewra heyata Hazretî Muhammed, hezkirina Wî, şûira jê re ummetbûyîn, daxwaza jîna sunneta Wî û tiştên din ev tev hêmanên ku dê ummetê bînin  ba hev in û ev bername jî ji wan fealîyetan bes fealîyetek e."

 "Bi bernameyên wisa dê sunneta Wî ji nû ve bê îhyakirin"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir Ummeta Muhammed ji ber ku ji sunneta Resûlullah dûr ketiye û ji ber vê yekê bedela wê giran bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Mixabin ummet ji sunneta Wî dûr ketiye.Înşallah bi van bernameyên wisa dê sunneta Wî ji nû ve bê îhyakirin, ew ê însan dîsa qelbên xwe bi hezkirina Wî tije bikin. Em ê wê demê hîn bibin ku ji hev hez bikin. Ez hêvî dikim ku ev bername zêde bibin. Xweda ji wan kesên ku keda wan di tertîpkirina vê bernamê de hene razî bin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir