• DOLAR 32.475
  • EURO 34.719
  • ALTIN 2436.901
  • ...
Bernama Çavûşoglû ya li Elmanya hat îptalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernama Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglû ya li Elmanya hat betalkirin. Dihat xwestin ku Mevlût Çavûşlûglû di 29ê Gulanê de beşdarî bernama bîranîna qetlîama Sonlîngenê bibe û li wir axavtinekê bike, lê belê ev daxwaz ji teref Meclîsa Eyaleta Ren Vestfalya ya Bakûr ve hat îptalkirin.  

Serokê Giştî yê meclîsa Eyaleta SPD Thomas Kutschaty îfade kir ku bernama Çavûşoglû ji ber propoganda hilbijartinê hatîye betalkirin.

Serokê Grûba Partîya Yeşîllera Monîka Duker îfade kir ku: "Pêşkêşkirina parlamentoya eyaletê ji bo temsîlkarê rejîma Tirkîye ya otokratîk dê biba peyameke kuştinxwaz."

Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglû de beşdarî bernama bibîranîna qetlîama Solîngen ya dê di 29ê Gulanê de bê çêkirin bibe.

Qetlîma Solîngen di sala 1993yan de li bajarê Solîngena Elmanya avahîyek 5 welatîyên Tirkyeyê têdebûn ji teref nijadperestên Alman ve hatibû şewitandin û 5 welatîyên Tirkîyeyê jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir