• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji 'Evîndarên Pêxember' peyama spasîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan bernameya mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Koordînatorîya Bajêr a Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember piştî bernameya mewlûdê ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin re peyama spasîyê weşand.

Di peyama ku hat weşandin de cî ha dayîn van îfadeyan:

"Diyarbekira ku di sala 639an vir ve dilê xwe ji Îslamê re vekiriye û li ser îstîqametê maye; piştî Mekke, Medîne û Qudsê ji bajarên girîng a medenîyeta Îslamê yek jî Diyarbekir e û DIyarbekirê vê yekê cardin nîşan daye. Bi vê wesîlê em ji wan kesên ku tevlî amadehîyan bernameya "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" bûne û ji hemû kesên ku keda wan di amadekirina bernameyê de heye û ji kesên beşdarvan  re spas dikin."

Di dawîya peyamê de hat destnîşankirin "Heta roja qiyametê Rebbê me, wan wargehên Îslamê ji şerê şeytan û hevalên wî mihafeze bike. Pîyên me li ser rêya evdîtîtîya jê re û li ser sunneta Pêxemberê xwe daîm û qaîm bigire."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir