• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di bernameya mewlûdê de "ji zarokên ummetê" peyamên watedar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember doh li Diyarbekirê bernameya mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Xelkê Misliman eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dan. Zarokên temen biçûk ên ku li ser navê zarokên welatên Îslamî, bi cil bergên Misir, Fîlîstîn, Sûrîye, Arakan, Yemen û Kurdistanê beşdarî bernameya mewlûdê ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin bûn bi peyamên ku dan balan kişandin li ser zilmên ku li Mislimanan tên kirin.

Zarokên ku mîkrofonê girtin destên xwe vê peyamê dan:

"Ez zarokê mezlûm ê Kurdistana êtîmê ummetê me"

Ez zarokê mezlûm ê Kurdistana êtîmê ummetê me. Wext hat, ji teref deccalên dewrê ve li Zîlanê hatim bombebarankirin. Wext hat, ez bûn Şêx Seîdê Palûyî, bo riza Xwedê ez li dijî kufr û îxanetê berê xwe dam sêdaran. Wext hat,  li Helepçeyê  di hemêza bavê xwe de bi kîmyasalan hatim xeniqandim bi destên pêlîstokan. Wext hat, ez li hewşa mizgefta Sûsayê bûm hedefa berikên îxanetê. Wext hat, ez li Amerda bajêra rengîn a Kurdistanê bûm Yasîn, Huseyîn, Rîyad, Hesen, Turan û Cuma; bo Îslam û îmanê laşê min ji cihên bilind hat helikandin. Lê belê ez di dilê Kurdistanê de bûm îman. Ez secde bi secde şehîd bûm. Ez sist nebûm, neketim li ser çokên xwe û ez teslîm nebûm. Hemd ji Xweda re ku ez li ser pîyên xwe me.

"Ez şitleke ku îmana bi qasî çîyayekê di dilê xwe yê biçûk de dihewînî me"

Ez ji Misirê Esma, şehîda ciwan a ummetê, şitleke ku îmana bi qasî çîyayekê di dilê xwe yê biçûk de dihewîne. Ez hatim daleqandin, mhatim avêtin zîndanan. Dibe ku dengê min neyê bihîstin, lê hestirên min wek Nîlê diherikin. Xwîna ku diherika wek qêrînan e. Dengê min bibihîzin birayên min! Ez im ez Esma, şehîda bêdeng a ummetê.

"Dema ku ez hatim dinyayê min dêya xwe di nava herbê de dît"

Ez zarokê Filistînî. Dema ku ez hatim dinyayê min dêya xwe di nava herbê de dît. Ji çavên min di şûna hêstiran de xwîn diherike. Ez li dijî zilmê şer dikim, lîstik çi ye nizanim. Hey tu! Di lîstikê de tu tê girtin û dibî pîrik; lê belê dema ku ez têm lêxistin dibim şehîd.

 "Min ji çekan pê ve tu pêlîstok nedî"

Ez zarokê Sûrîyeyî. Ez mûxtacî gezik nan û peşik av im. Berê çekan tên dayîn min; ne gul û çîçek. Min ji çekan pê ve tu pêlîstok nedî.

"Dema ku tu dest bi mektebê kirî ez ç di herbedê bim"

Ez zarokê Arakanî. Ew ê kengî bê bihîstin axên min, kengî dê bê bihîstin feryad û fîxana min? Dema ku tu dest bi mektebê kirî ez ç di herbedê bim. Ez ê kitêb û defteran nebînim, nizanibim ka çûk û çîçek çi ye û dê mezin bibim.

"Ger em bira bin werin em pêkve bikenin û bigirîn"

Ez zarokê Yemenî me. Bibêjin, çi ye gunehê min? Ew ê kengî bê bihîstin feryada min? Min di welatê xwe de ken ji bîr kiriye; ji çavên min ne hêstir xwîn diherikin. Ey zarokên li ser rûyê erdê, ew kesên ku dibêjin 'bila însanetî nemire', ger em bira bin werin em pêkve bikenin û bigirîn.

"Li Misir, Fîlîstîn, Sûrîye, Arakan, Yemen û Kurdistanê birayên min di bin zilmê de ne"

Ez zarokê ummetê me. Li Misir, Fîlîstîn, Sûrîye, Arakan, Yemen û Kurdistanê birayên min di bin zilmê de ne. Lê Pêxemberê me dibêje "Mumin wek azayên bedenekê ne. Kîjan ji wan biêşe yên din jî diêşin." Ey Rebbê min!Me bike yek û pêkve. Şiûra Mislimantîyê bide min. JI wan birayên min ên ku li erdnigarîyên mezlûm zilm li wan tên kirin re bibe alîkar.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir