• DOLAR 32.445
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2442.632
  • ...
Macron ji bo Balkanan "Tirkîye" hişyar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomarê Frensa Emmanûel Macron, di Parlamentoya Ewrûpade beşdarî rûniştina giştî ya "Pêşeroja Ewrûpa" bû û li wir axavtinek kir, di axavtina xwe de behsa endamtîya dewletên Balkan ya Ewrûpa kir.  

Macron, di berdewama axavtina xwe de wiha got "Ez Balkanek berê xwe daye Tirkîye û Rûsya naxwazim". Macron îfade kir ku niha Yekîtîya Ewrûpa bi 28 endaman zehmetîyê dikşîne dema ev hejmar derkeve 30 an 32an ne mimkune Yekîtîya Ewrûpa bi çargavan di rêde herin.

Macron, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku lazim e Yekîtîya Ewrûpa di warê sîyasî, aborî û civakîte de serbixwe be û îfade kir ku di demên dawî de bi Rûsya û hin dewletên din re hin pirsgirêk derdikeve û wiha got: "Ji bo em welatîyên xwe biparêzin lazime em Ewrûpayek serbixwe û bi hêz înşa bikin."

Macron, di warê rageşîya di Deryaya Sipîde ya di navbera Enqere û Atîna de jî axivî û îfade kir ku ew bi Yewmenîstanê re ne.

Macron, berya axavtina xwe ji Serokê Komîsyona Yekîtya Ewrûpa Jean-Claude Juncker re wiha got: "Heger em van dewletan ji perspektîfa Yekîtîya Ewrûpa dûrbixin emê disa hedîseyên ku me di salên 1990î de jiyandin, bijîn. Ez naxwazim Rojavayê Balkana disa vegere ser herbê." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir