• DOLAR 32.452
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2437.68
  • ...
Serokomar Erdogan bi Rûhanî re axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî re bi têlefonê li ser mijara Sûrî axivîn.

Di axavtinê de Serokomar Erdogan tewra Tirkîye ya di warê çekên kîmyawî de dûbare eşkere kir û îfade kir ku ji berê de di warê çekên kîmyawî de helwesta Tirkîyeyê diyare.

Hat îfade kirin ku Serokomar Erdogan ji bo rageşî zêde nebe xwest her tişt di cîyê wê de bên nirxandin û li gor wê hereket bê kirin.

Her dû serakan îfade kirin ku ew yekîtîya axa Sûryeyê diparêzin û ji bo ji qeyrana Sûrî re çareserîyek  sîyasî bê dîtin divê pêvajoya Astana ya ku Tirkîye, Îran û Rûsya pêkve dibe divê bi rêk û pêk bê dewamkirin.  

Hat îfadekirin ku di axavtinê de zêdebûna têkilîyên Tirkîye û Îranê yên di warê aborîyê de jî hate gotebêjkirin û ji vê yekê memnûnîyet hat îfadekirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir