• DOLAR 32.471
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2439.355
  • ...
Li gundê ku lê Sûryanîyek bi xwe jî najî dêr hat avakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li şûna Dêrika Bawîyan (Mor Aho) ku berî vê sed salî  hatibû terkkirin û tu kes lê nedima bi piştgirî û destekên Arîkarê Serokwezîr û Berpirsîyarê Aborîyê Mehmet Şîmşek dêreke nû hat înşakirin.

Dêra ku berî vê sed salî ji teref cemaata wê ve hatibû terkkirin û ji wê dîrokê vir ve xera bûbû û bûbû kavil û dîwarên wê xera bûbûn, piştî restorasyonên ku 3 salan berdewam kir re di şûna wê de dêreke nû û ji ya berê mezintir hat avakirin  û bo îbadetên Xiristîyanan hat vekirin.

Li gundê ku lê dêr ji nû ve hat avakirin tu Xiristîyan najî.  Walîyê Êlihê Ahmet Denîz, Parlementerê AK Partî yê Êlihê Ataullah Hamîdî, Qeymeqamê Gercewsê Unal Koç, Serokê Navçê yê AK Partî Şefîk Oner, Metropolîtîyê Dêra Mor Gabrîel Samuel Aktaş, Keşe Danîey Savci û rayedarên sazîyan beşdarî dêra ku hat vekirin bûn. Piştî axavtinên ku hatin kirin re dêr hat vekirin. Sûryanî piştî sed salan di dêrê de mûm pêxistin. Hat ragihandin dêra kevin di eslê xwe de li ser 600 metreçarçikan hatibû avakirin;lê belê bi restorasyona ku ji nû ve hat kirin qada dêrê li gor ya berê 3-4 qetan hat berfirehkirin.

Li gundê ku gundê Arîkarê Serokwezîr û Berpirsîyarê Aborîyê Mehmet Şîmşek bi xwe ye û lê bes Sûryanîyek bi xwe jî najî bo înşaakirina dêrê gelek zêde mesref hat kirin û di vî warî de teqsîra tu tiştî jî nehat kirin. Hat hînbûn fînansa Dêrika Bawîyan a ku ji nû ve hat înşaakirin ji derveyî welêt tê kirin, lê mesrefên temamê verastkirinên derdora dêrê ji teref rayedarên mehelî ve tên tedarikkirin.

Li gundê ku lê bes Sûryanîyek bi xwe jî nîne û dêr bi gelek zêde mesrefan hat înşakirin 2 camî hene û ji van camîyan yek nikare bê bikaranîn û pêdivîya ya din jî bi xwedîderketinê heye. Wekî din tê zanîn rêyên hinek gundên derdorê  hêj xerabûyîne û gundî di warê çûyîn û hatine de gelek zêde zehmetîyan dikşînin. Lê di netîcê de bo dêrê rêya taybet tê çêkirin, lê bo gundên ku rêyên wan xerabûyî ne tu tişt nayê kirin. Dêrika Bawîyan 500 metro dûrî gund e û li ser timikekê hatiye avakirin, bo vê dêra ku li serê timikekê hatiye avakirin rêyeke taybet hat avakirin û rê hat qîrkirin û di hewşa dêrê de sondaj hat lêxistin.

Keşe Danîel ji Mehmet Şîmşek re teşekur kir

 Berpirsîyarê Dêrê Keşe Edîp Danîel ji Arîkarê Serokwezîr û Berpirsîyarê Aborîyê Mehmet Şîmşek re ji ber alîkarîya ku hatiye kirin teşekur kir.

Danîel di berdewama axavtina xwe de diyar kir dêr berî niha bûbû kavil û xirabe û dû re wiha got: " Ev der bûbû xirabe. Baş çêbû ku hat restorekirin. Em ji ji Arîkarê Serokwezîr û Berpirsîyarê Aborîyê Mehmet Şîmşek, Walîtîya Êlihê, Qeymeqamtî û Şaredarîya Gercewsê re ji ber destekan wan teşekur dikin. Ev bû 2-3 sal ku xebatên restorasyonê berdewam dikin."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir