"Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye"
Alimên ku beşdarî bernameya mewlûdê ya ku li Êlihê hat tertîpkirin bûn destnîşan kirin Resûlê Xwedê temînata şadî û bextewarîya dinya û axretê ye.
Doh ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi deh hezaran li Êlihê bernameya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin.
Alimên herêmê yên ku beşdarî bernamê bûn derbarê bernamê de hest û ramanên xwe wiha anîn zimên:
Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslan: "Kesên ku Hz. Muhammed taqîb bikin ew ê li her du cîhanan jî bibe xwedî izzetê. Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye."
Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Evdirrehman Îçlek: "Înşallaj ew ê ev bernameyên mewlûdê bibin wesîleya şiyarbûna û yekbûna Mislimanan û ew ê Misliman çawa ku doh Qudsê ji cihûyên necis paqij kiribin ew ê îro jî Quds û beldeyên Îslamê ji wan xelas bikin."
Mela Seîd Mahmudê ji Ulemaya Kurdistana Sûrîyê: "Divê em temamê salê de Pêxemberê xwe di ruh û eqlê xwe de zindî bigirin."(ÎLKHA)