Li baregaha Îranê teqîn: 20 mirî
Hat îddîakirin di teqîna ku li Baregaha Leşkerî ya Îranê ya li Sûrîyê pêk hat de herî kêm 20 efser mirin.
Li Baregaha Leşkerî ya Îranê ya ku li Çiyayê Azanê ya li başûrê Helebê ye teqîn pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqînê gelek ambûlans û yekîneyên tenduristîyê hatin sewqkirin ciyê bûyerê. Ji ber teqîna ku pêk hat 20 efserên Îranî jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ji ber teqînê tedbîr hatin zêdekirin û hat parvekirin balafirên ku nayê zanîn ên kî ne jî li heremê difirin.
Derbarê teqînê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)