Sekreterê Giştî: Nehêlin li Sûrîyê rewş ji kontrolê derkeve
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî kir û got: "Nehêlin li Sûrîyê rewş ji kontrolê derkeve."
Ji teref Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve ji ber îxtîmala mudaxeleya Amerîka ya li Sûrîyê bang li 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî kir.
Guterres di banga ku kir de destnîşan kir rîsk û xetereyên rewşa heyî hene û dû re wiha got: "Nehêlin li Sûrîyê rewş ji kontrolê derkeve."(ÎLKHA)