Elî Ekber Welayetî li Xutaya Rojhilat e
Elî Ekber Welayetî Xutaya Rojhilat a ku mêzî 2 mehan ji teref rejîma Sûrîyê ve êrîş lê hat kirin û hat bidestxistin ziyaret kir.
Serekşewirmendê Rêberê Înqilba Îslamî ya Îranê Xutaya Rojhilat a ku mêzî 2 mehan ji teref rejîma Sûrîyê ve êrîş lê hat kirin û hat bidestxistin ziyaret kir.
Welayetîyê ku bo beşdarî konferansa bi navê "Hedefa Me Quds e" bibe çûbû Sûrîyê, Xutaya Rojhilat ziyaret kir û derbarê geşedanên herêmî de ji teref fermandarên sehayê ve hat agahdarkirin.
Welayetî di dema ziyaretê de daxuyanîyek da û derbarê rewşa dawî ya li Sûrîyê de wisa axivî: " Em ê li dijî temamê êrîşên biyanîyan a bi ser Sûrîyê de li ba Şamê cî bigirin. Îran di warê micadeleya li dijî îsraîl û Amerîka de destekê dide Sûrîyê."(ÎLKHA)