• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Hîndîstanê serwîsa xwendekaran qelibî: 27 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li devera Çîyayê Hîmalaya û Deşta Kangra ya Hîndîstanê otobusek xwendekaran ji rê desket û ji kendal gindirî jêr bû. Di encama qezayê de herî hindik 27 xwndekaran jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Ragihandinê yê Eyaleta Hîmachal Pradesh, Govînd Sîngh Takûr derbarê qezayê de daxuyanî da û îfade kir ku di qezayê de herî hindik 12 kes jî hatine rakirin nexweşxaneyan.  

Hat ragihandin ku ji ber ajovanê otobusê di rêyên fitlonek yên li devera Çîyayê Hîmalaya otobus bi lez ajotîye otobusê vîraj negirtîye û qeza pêk hatîye. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir